Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Herî Kêm 30 Kes di Pevçûnên li Îdlibê de Hatin Kuştin


Li Îdlibê çekdarekî serhilda (arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li herêma Îdlibê, ku li bakurê rojavayê Sûrîyê ye, di navbera rêxistinên serhilda de pevçûnên gur diqewimin.

Li gor SOHR’ê, pevçûnên di 24 demjimêrên dawî de di navbera Heyet Tahrîr Şam ya girêdayî El Qaydê û Tevgera Nuredîn Zengî ya bi piştgirîya Tirkîyê de pêk hatin.

SOHR’ê dîyar kir ku di pevçûnan de ji Heyet Tahrîr Şam bi kêmî 14, ji Tevgera Nuredîn Zengî herî kêm 12 û dudu ji wan zarok pênc sivîl hatine kuştin.

Pevçûnên di navbera her du koman de ji roja Sêşemê vir ve didomin û her du alî hevdu bi destpêkirina cengê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG