Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku fermandarekî koma Ceyşh el-Îslam (Artêşa Îslamê) alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hate kuştin.
SOHR'ê dîyar nekir ku navê qumandarê kuştî çi ye, lê da zanîn ku ew di pevçûnên li gundewarên Serêkanîyê de hatiye kuştin.
SOHR bi bîr tîne ku Ceyşh el-Îslam yek jî komên herî hêzdar yên li Şamê û derdora wê bû û deverên berfireh yên li Guta jî kontrol dikir.
“Piştî peymana navbera Rûsan û Tirkan, Ceyşh el-Îslam ji herêmên bin kontrola xwe derket û çû herêmên “Mertala Firatê” û “Şaxê Zeytûnê” li Helebê ku 330 km ji Guta dûr in.”
SOHR bal dikşîne ku Ceyşh el-Îslam nekir armanc ku herêmên ku ji kontrola wê derktiye careke din ji hikûmeta Sûrî bistîne, lê wê di bin baskê Tirkan de, berê xwe da Serêkanîyê û Hesekê ku dijî HSD’ê şer bike.
“Ceyşh el-Îslam heta niha herwha 4 çekdarên xwe jî di pevçûnên nêzî Serêkanîyê de hinda kirine û şûna ku li ber derîyê qesira Beşar Esad be, niha ew li enîyên Serêkanîyê dijî Kurdan şer dikin,” SOHR bi berdewamî dibêje.