Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Esmanî de Nêzî 10 leşkerên Tirk li Îdlibê Hatine Kuştin û Birîndar Kirin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşên hikûmeta Sûrî û yên Rûsî yên ser xaleke Tirkan de, nêzî 10 kes li Kensafra ya başûrê Îdlibê hatine kuştin û birîndar kirin.

SOHR da zanîn ku di êrîşan de jimareke maşîneyên artêşa Tirk jî hatin rûxandin.

“SOHR kuştin û birîndarkirina nêzî 10 leşkerên Tirk yên li Kensefrê yên di encama êrîşên esmanî yên Rûsî û hikûmeta Sûrî de Tirk belge kirine. Di êrîşan de herwiha jimareke maşîneyên leşkerî yên Tirk jî şewitîn û zîyan dîtin.”

Demeke zûtir ya îro leşkerên artêşa Tirk û komên girêdayî wê li bajarokê el Neyrab ya li rojhilata Îdlibê operasyoneke nû ya bejeyî li dijî hêzên hikûmeta Sûrî destpê kiribûn û top û hawanên artêşa Tirk jî destek dida operasyonê.

SOHR ji jêderên xwecîhî ragihand ku hemî hewilên Tirkan heta niha serketî nebûne û hêzên hikûmeta Sûrî pêçdeçûna xwe domandine.

XS
SM
MD
LG