Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşeke Esmanî de 29 Sîvîl li Reqa Hatin Kuştin


Reqa
Reqa

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), îro Sêşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de, bi kêmî ve 29 sîvîl, ku 14 ji wan zarok in, li Reqa ya navenda cîhadîyan hatine kuştin.

SOHR'ê dîyar kir ku di nav kuştîyan de malbeteke bi 14 kes ya ku ji Palmîra hatîye Reqa heye.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka derbarê nûçeya SOHR'ê hîn ti daxuyanî nedaye. Koalîsyonê berê dîyar kiribû jibo sîvîlan, êrîşên esmanî bi baldarî li dar dixînin û hemî kuştinên sîvîlan yên bi êrîşên esmanî vedikolin.

Di meha Tîrmehê de, koalîsyonê dîyar kiribû ji 2014'an vir ve, herî kêm 600 kes di êrîşên esmanî yên wê yên li Îraq û Sûrîyê hatine kuştin, lê sazîyên serbixwe dibêjin ew hejmar zêdetir e.

XS
SM
MD
LG