Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pirtir ji 210 Termên Qurbanîyên DAIŞ’ê li Reqa Hatine Dîtin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di hewilên berdewam de 210 termên qurbanîyên DAIŞ’ê li Reqa hatine derxistin.

“Tîmên lêgerîn û derxistina gorên girseyî di nîvê Nîsanê de goreke girseyî li gundê El Hemrat peyda kir û di xebatên berdewam de heta niha pirtir ji 210 term hatine derxistin û hîn jî meytên nû têne dîtin.”

SOHR’ ê da zanîn ku tîmên lêgerîn û derxistina gorên girseyî niha berê xwe didin gundên Hazimah ya bakurê Reqa û gundê Mahudî ya li rojavayê Reqa ku rûniştvanên xwecîhî gorên nû li wê derê dîtine.

Jêderên pêbawer ji SOHR’ê re got ku piranîya termên hatine dîtin yên termên sîvîl û şervan in ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin û reng e di nav wan de leşkerên hikûmetê Sûrî jî hebin.

SOHR’ê da zanîn ku piranîya termên ku hatine dîtin yên kesên di navbera 25 heta 40 salî ne.

XS
SM
MD
LG