Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR : Li Sûrîyê di Mijdarê Jiber Bermahîyên Şer 19 Sivîl Hatine Kuştin


Dîmeneke ji xebatên paqijkirina mayînên li Sûrîyê (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Şemiyê ragihand ku li Sûrîyê jiber bermahîyên şer ji destpêka wê mehê ve19 sivîl jiyanên xwe ji dest dane.

"Nozdeh sivîlên Sûrî, di nav wan de heşt zarok û sê jin, bi bermahîyên teqîner ji destpêka Mijdarê ve, li parêzgehên îdlib, Heleb, Quneytra, Dara, Hemayê û Humsê hatine kuştin," SOHR'ê got.

Teqemenîyên li zevîyan, ser rêyan yan jî di avahîyan da mane li hemû heremên Sûrîyê di şerê dehsalan da, bi sedan kesên kuştine û bi hezaran sivîl jî birîndar kirine.

Sûrîyê sala borî di warê hejmara qurbanîyên herî zêde yên mayînan û teqemenîyên bermahîyên şer de, Afganîstanê derbas kir.

Çavdêriya Mayînan ragihand ku vê mehê Sûriyê herî zêde qurbanî tomar kirine ku 2.729 kesan yan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) meha Adarê da dîyar kir ku li seran serê Sûrîyê, yek ji sê ciwakên niştecihbûyî tê hizirkirin ku tûşî çekên teqemenî bûye.

Tê texmînkirin ku jiber şerê Sûrîyê nêzî nîv milyon kes hatine kuştine û bi milyonan kes jî koçber bûne, ji dema tepeserkirina hovane ya xwepêşandanên dijî hikûmetê yên di 2011'an de destpê kirîbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG