Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Peqînekê de Kuştî û Birîndar li Serêkanîyê Hene


Di dema êrîşên Tirkîyê de bajarê Serêkanîyê (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama peqîna bombeyekê de li bajarê Serêkanîyê, 8 kes hatine kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûn.

SOHRê ragihand ku peqîn li bazara li Serêkanîyê ku di bin kontrola çekdarên ser bi Sûrîyê qewimî û gelek firoşgeh zarar dîtun û fekî û keskahî li derdorê belav bûn.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrî, SANA ragihand ku peqîn jiber bombeya nav otomobîlekê qewimî, lê SOHR got ku motosaykileke bombebarkirî sedema peqînê bû.

SOHR da zanîn ku di nava kuştîyan de jin û zarok jî hene û rewşa hin birîndaran giran e.

XS
SM
MD
LG