Dîrektorê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdulrahman dîyar kir ku hin sivîlên herêma Îdlibê berî korîdora ewlekarîyê vebe ji wê herêmê derketine.
Wezareta Derve ya Sûrîyê roja Pêncşemê ragihandibû ku bo sivîlên li Soran ya Îdlibê korîdora ewlekarîyê hatiye vekirin.
Korîdora bo sivîlan li bakurê Hama ye.
Piştî hêzên hikûmeta Sûrîyê yên bi piştgirîya Rûsya ketibûn Xan Şêxûnê, serhilda û sivîl ji wê herêmê revîyabûn.
Jêderên herêmî didin zanîn ku di rojên dawî de bi hezaran kes ber bi sînorê Tirkîyê ve diin.
Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û piranîy wê di bin kontrola Heyet Tahrîr Şam ya girêdayî El Qaydê de ye.