Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Topbarana Tirkîyê de 8 ji Wan Zarok, 11 Sivîl li Til Rifatê Hatine Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama topbarana Tirkîyê de 11 sivîl li bajarokê Til Rifatê hatine kuştin ku 8 ji wan zarok in.

SOHR dide zanîn ku êrîş avahîyek kir armanc ku xwendekar di nav de hebûn û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Rêvebirê Giştî yê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman dîyar kir ku piranîya kesên kuştî penaberên Efrînî ne ku sala borî neçar mabûn warên we bihêlin.

Til Rifat, bajarokekî stratejîk e ku 20 kîlometre ji başûrê sînorê Tirkîyê ye û herêmê bi Helebê ve girêdide.

XS
SM
MD
LG