Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Divê Îran Xwe ji Bizavên Provakasyon û Şîdetê Dûr Bigre


29 balyozên dewletên NATOyê li ser krîza Îran û Amerîka li Brûkselê kombûnek lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî kombûnê bang li Îranê kir da ku ji tundî û provakasyonan dûr bisekine û bi aramî tevbigere.

"Kuştina Qasim Silêmanî biryara Amerîka ye, ne ya NATO an Hevpeymaniyê ye" got Stoltenberg.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg destnîşan kir hemî endam ji bizavên Îranê yên ku dikare îstiqrara deverê xerabike, bi fikar in.

"Di demên dawî de me dît ku hin bizavên Îranê aramîya deverê xera kir weke mînak êrîşa ser tesîsa neftê ya Siûdî û xistina firoka dronê ya Amerîka" got Stoltenberg.

Sekreterê Giştî yê NATOYê dîyar kir pevçûnek nû ne jibo xêra tu alîyan e û divê Îran xwe ji bizavên provakasyon û şîdetê dûr bigre. Herwiha daxuyakirin di kombûnê de piştevanîya îranê ya hin rêxistinên tundrew jî hat rexnekirin.

XS
SM
MD
LG