Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Amerîkî de 13 Çekdarên DAIŞ'ê li Somalî Hatin Kuştin


Herêma Puntland li Somalî

Leşkerîya Amerîkî ragihand ku di êrîşeke esmanî de 13 çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) roja Çarşemê li Puntlandê, herêma nîvotonom ya Somalî hatine kuştin.

Leşkerîya Amerîkî, piştî ku Serok Donald Trump dest bi kar kir, êrîşên xwe yên li Somalî zêde kirine û ragigihîne ku wê di nav du salên borî de pirtir ji 800 çekdar kuştine.

Hêjayî balkişandinê ye ku DAIŞ’ê di demên dawî de kiryarên xwe li Puntlandê zêde kirine.

Pisporên leşkerî bi piştrastî nizanin ku çiqas hêza DAIŞ’ê li wir hene, lê bawer dikin ku mîlîtanên wê gelek ji çekdarên El Şebaba hindiktir e.

XS
SM
MD
LG