Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al Şabab Êrîşî Hotêleka Mogadişu Dike


REUTERS, Peqînên li Mogadişu Somalia

Berpirsên hikûmeta Somalî roja Çarşemê ragihandin ku, tevgera al Şabab ya Îslamiyên tûndrê êrîşek li paytexta Somaliya Mogadishu pêk anî, bi kêmanî 15 kes hatine kuştin weke ajansa Reuters dibêje.

Dengê guleyan û pevçûnan dihat bîstin, dema çekdaran êrîş bir ser Hotêlekê ku siyasî têde bûn, herweha li nêzîk dengê peqîna duyan hat bihîstin, ev peqîn bû sedema birîndar bûna rojnamevanan û gelek kesên din.

Fermandarê polîsan Abdulqadir Husên gote Reuters hêzên ewlekariyê zû gihan cihê bûyerê û şiyan bûyerê kontrol bikin.

Wezîrê ewlekariya Somaliya Abdulrezaq Omer, li cihê bûyerê gote rojnamevanan bi kêmanî 15 kes hatine kuştin, 4 kes ji hêzên ewlekariyê ne û 11 kes jî kesên sivîl in, bi giştî di herdu peqînên Hotêlê de 51 kes bûne qurban.

Kesên ji bûyerê rizgar bûne behsa kaosa li Hotêlê dikin, kanê çawan hind kesan xwe li jêr textan veşartin û yên din di penceran re xwe avêtin xwar, Hesen Nûr yek ji serokên Êşîra ku, di dema êrîşan de li Hotêlê bû dibêje "di nava kuştiyan de 2 serok êşîrên naskirî hebûn".

Peqîn bûn sedema bilind bûna agir ji Hotêlê û gelek trombêl hatine têkdan, piştî peqîn pêkhatî, tevgera al Şabab ya Îslamiyên radîkal li Somaliya xwe berpirs ji êrîşan dîtin, heta sala 2011an tevgera al Şabab gelek herêmên Somaliya xistbûn jêr kontrola xwe, di nava wan herêman de paytext Mogadişu jî hebû.

Dîmenên Peqînên Mogadişu
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00

XS
SM
MD
LG