Wezîrê Saxlemîyê yê Somalîyê Alî Hacî Adan îro Yekşemê got, hejmara sivîlên ku di dorpêça 30 demjimêran ya çekdar û çeteyên El-Şebabê li otêleka li Mogadîşûya paytextê Somaliyayê da hatine kuştin, derket 21 kesan.
Wî herwiha got "Wezareta saxlemîyê heta niha kuştina 21 kesan û 117 birîndaran piştrast kiriye" di êrîşa bi çek û bombeyan ya girûpa girêdayî El-Qaîdayê ku êvara Înê dest pê kiribû û zêdetirî rojekê dom kiribû.
Hewlatiyên Somalî bi nîgeranî li benda çarenûsa xizmên xwe yên winda bûn roja Yekşemê dema ku xebatkarên hawarçûnê hewl dan ku herifînan paqij bikin piştî dorpêçek kujer ya 30 demjimêran ji alîyê cîhadiyên El-Şebab ve li otêleka li paytext Mogadîşu.
Spêda Yekşemê, herêma derdora otêlê bêdeng bû û rê ji alîyê ewlehîyê ve hatibûn girtin dema ku xebatkarên hawarçûnê û pisporên rakirina bombeyan hewil didan ku otêlê ji teqemenîyan paqij bikin û kavilan rakin.
Avahiya otêlê di dema şer û pevçûnên di navbera hêzên Somalî û çekdaran da zererek mezin dît, û bû sedem ku hinek beşên wê hilweşin û gelek kes tûre bûn jiber hezkiriyên xwe yên ku di dema destpêkirina êrîşê da di otelê da bûn.
Ev êrîş êrîşa herî mezin bû li Mogadîşû ji dema ku serokê nû yê Somalî Hesen Şêx Mihemed di Hezîranê de dest bi kar kirî, û bal kişandî ser dijwariya hewldanên têkbirina serhildana 15-salî ya ji alîyê komên çekdar yên Îslamî ve.
Otêl ji bo karbidestên hikûmetê cîhek taybet û bijarte yê civînê bû û bi dehan kes li jûr da bûn dema ku çekdaran havêtin ser otelê.
Karbidestan berê gotibûn ku bi dehan kes hatine rizgar kirin, di nav wan de sê zarokên biçûk yên ku xwe di nav tuwaletê da veşartibûn hene, lê nahêt zanîn ka çend kes hêşta di otêlê de bûn dema ku dorpêç nêzîkî nîvê şevê bi dawî bûyî.