Reuters'ê îro Pênşemê ji zarê karbidestên Somalî ragihand ku, di êrîşeke hevpar ya Amerîka û Somalî de 10 sîvîl hatine kuştin.
Karbidestên Somalî dîyar kir ku ewê heqê xwînê bidin malbatên kuştîyan.
"Sîvîl bi şaşî hatin kuştin. Hikûmet û malbatên sîvîlan ewê ser tazmînatê biaxifin. Em ji malbatên kuştîyan re sersaxîyê dixwazin" parlementerê Somalî Mohamed Ahmed Abtidon got.
Êrîşa hevpar ya Amerîka û Somalî li herêma Bariire li dar ketibû.