Li Kismayo ya Somalî bi wesayîteke bombebarkrî li ber otelekê êrîşeke xwekujî li dar ket.
Karbidestên ewlekarîyê didin zanîn ku dibe ku hejmara kuştîyan zêde be.
Berpirsîya êrîşê Eş-Şebab girt ser xwe û dîyar kir ku çekdarên wan di hindurê otelê de êrîşê didomînin.
Eş-Şebab di sala 2011’an de ji Mogadişu ya paytext û dûre jî ji Kismayo hatibû derxistin.