Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Somalî jibo Aştîyê Bang li Rêxistina Îslamî Kir


Li Mogadîşu piştî êrîşeke xwekuj
Li Mogadîşu piştî êrîşeke xwekuj

Serokomarê nû yê Somalî Mihemed Evdilla Fermacu bang li rêxistina Îslamî, El-Şabab, kir ku ew jibo aştî û agirbestê hevdîtinan pêk bînin.

Fermancu di merasîma sondxwarinê ya li Mogadîşu ya paxtayt de dîyar kir ku hikûmeta Somalî jibo danûstandinan amade ye.

''Ez dibêjim ew mirovên ku di rêyeke şaş de ne divê vegerin welatê xwe. Ew divê di nav civakê kevin û bi aramî û aştî bijîn. Jibo piştgirîya peyvajoyê çi ji destê me were emê bikin'' Fermancu got.

Dawîya hefteya borî, di êrîşeke xwekuj ya ku li Mogadîşû pêk hat de 39 kes jîyana xwe ji dest dabû û bi sedan jî birîndar bûbûn. Berpirsîya êrîşê El-Şabab girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG