Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Somalî di Êrîşeke Xwekuj de 39 Kes Hatin Kuştin


Êrîşa xwekuj li bazareke kirîn firotanê pêk hat
Êrîşa xwekuj li bazareke kirîn firotanê pêk hat

Reuters’ê do Yekşemê ragihand ku di êrîşeke xwekuj ya li Somalî 39 kes hatin kuştin, 50 jî birîndar bûn.

Erîş li Mogadişu ya paxtaxt di bazareke kirîn firotanê pêk hat û di nav kuştîyan de dikandar, sîvîl û leşkerên hikûmetê jî hene.

Rêxistina Îslamî, El-Şabab ku tê guman kirin êrîşa xwekuj li dar xistîye hîn berpirsî negirtiye ser xwe, lê hikûmeta ku Amerîka piştgirîya wê dike tavilê ew rêxistin tawanbar kir.

Serokomarê nû yê Somalî Mihemed Abdullah Farmajo, li ser Twitter’ê soz da gelê Somalî ku ewê el-Şabab têk bibin.

XS
SM
MD
LG