Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 60 Kes li Paytexta Somalê Hatin Kuştin


Herî Kêm 60 Kes li Paytexta Somalê Hatin Kuştin
Herî Kêm 60 Kes li Paytexta Somalê Hatin Kuştin

Komela çekdarî ya El Şebab li Somalê berpirsiyariya xwe beramberî hêrişeka xwekuj li Mogadîşû ragihand. Di wê hêrişa roja Sêşembî de bi kêmî ve 60 kes hatin kuştin.

Dîdevan dibêjin, du hêrişberên xwekuj otomobîleka bombrêjkirî li nêzîkî nivîsîngehên çend wezaretên hikûmetê peqand.

Li gor daxuyaniyên karbidestên herdu nexweşxanên Medîne û Binadir bo Dengê Amerîka, nêzîkî 150 kes di wê teqînê de birîndar bûn.

Jimareka zora qurbaniyan xwendevan in ku li pêş Wezareta Perwerde kom bibûn jibo zanîna encamên ezmûnên xwendinê.

XS
SM
MD
LG