Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Somalia 90 di Teqînekê de Têne Koştin


Rêkxistîyeka nêf netewî dibêje, bi kêmî ve 90 kes hatine koştin bi dehan kesên din brindar bûn piştî teqîna qamyoneka bomb kirin li berdem xaleka lêkolînê li paytextê Somalia ko eve xirabtrîn yeke lidema Dû salên bohrê de.

Wezirê derve yê Somalia got hijmareka qurbanîyan xwendekar bûn herwesa 2 wilatîyên Truk dinav de bûn.

Raporta rêkxistîya nêf netewî ko nexwest nave wê bête aşkira kirin got, hijmara koştîyan pitîre ji 90 kesan piranîya wan xwendekarên zaningehê û 17 endamên hêzên ewlehiyê ji dinav de bûn.

Heta niha tû aliyekê berpiyarîyetîya xwe liser êrîşê diyar nekiye lê şaredarê paytextê koma çekdarên griday bi rêkxistîya el-Qaide xetabar kir.

Komên Îslamî yên çekdar bi berdewan êrîşa kojek dijî berjewendîyên hikumetê dikene armanc.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG