Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Somalê Êrîşî El-Şabab Dike


Fermandariya leşkerê Amerîka li bakurê Afrîqa da zanîn ku, roja Çarşemê, hêzên esmanî yên Amerîka, êrîşên nû kirine ser milîtanên el-Şabab li başûrê paytexta Somalya Mogadîşu, di êrîşê de 6 çekdar hatine kuştin.

Daxûyaniya fermandariya leşkerê Amerîka li bakurê Afrîqa dibêje, ev êrîşa çarane di vê mehê de li dijî çekdarên el-Şabab tê encam dan, êrîşa îro ya armanc hingêv bû, di serê sibê de bo ser sê armancan li herêmeka 260 kîlometran dûrî Mogadişu pêkhatîye.

Aden Omar Madobe, hakimê herêma Barawe dibêje, bi temamî bingehên el-Şabab li Kunyo Barrow hatine bombe kirin û endamên el- Şabab hatine kuştin, lê hêj nasnam kuştiyan ne hatîye zanîn.

Madobe gotiye dengê Amerîka, jiber ku, piştî êrîşê çekdarên el-Şabab hemû peywendî qût kirine, ji ber wê yekê hûrgiliyên êrîşê nayên zanîn.

Ji sala 2014an heta niha, çendîn êrîşên esmanî yên AmerîKa bo ser armancên komela îsalîmiyên radîkal ya bi navê el-Şabab hatine encam dan, di êrîşan de lîderên wê grûbê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG