Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîn li Mogadîşu Hejmarek Kuştî Û Birîndar Hene


Arşîv: Mogadişu, Somalya
Arşîv: Mogadişu, Somalya

Herî kêm 7 kes hatine kuştin, ji encama peqîna otombîlek bombekirî ku bingehek leşkerî li paytexta Somalê Mogadîşu kiriye armanc.

Çavkaniyên ewlekarî û leşkerî yên Somalya gote ajansa Frans Press AFP, Şemiyê êrîş pêkahtiye û herî kêm 7 kes hatine kuştin.

Êrîş tevgera tundrê ya Îslamî Al-Şabab girtîye ser xwe, bingeha leşkerî ya li nêzîk yarîgeha niştimanî ya li paytext Mogadîşu kirîye aramanc ku hêzên leşkerê niştîmanî yê Somalya li wî bingehî dimînin.

Efserê leşkerê Somalî mîlazim Mihemed Abdurahman gotiye AFP "Peqînek mezin li bingehê leşkerî yê Lîwa 27. Pêkhatiye, piştî ku otombîlek ku teqemenî têda bûn bi zorî xwe derbaz kirîye û teqiyaye û bûye sedema ziraran, 7 kuştî û zêdetirî 10 birîndar in".

Kompaniya "Amîn Ambolans", ku kompaniya tekane ya xizmetên hewar hatinê ye li Somalya, di daxuyaneyekê da ragihandî ku 8 kuştî û 14 kes birîndar in.
Şahidên bûyerê dibêjin otombîla bombekirî ji xala ewlehiyê derbas bûye berî ku li nêzk bingeha leşkerî biteqe.

Herwiha efserê leşkerê niştîmanî Ahmed Muse gotiye ajansa Associated Press, peqîn li deriyê 12ê Nîsanê yê serbazgeha lîwaya leşkerî peqî ye, ku bingehek leşkerî ye, li nêzîk Stadiuma sporê ya li taxê Warta-Nabadda yê derbenda bajêrê Mogadîşu ye.

Stadium meha Hezîranê hatiye vekirin û weke simbola avedankirinê li Somal tê dîtin piştî çendîn salên şer û pevçûnên li wî welatî.

Grûba çekdar ya Al-Şabab, grûbeke Îslamî radîkale û girêdana wê bi rêxistina tunrê Al-Qaide heye û zêdetirî 10 salane êrîşên weha pêk tîne, sala 2011ê ji paytext Mogadîşu hatine derkirin, lê wê grûbê hêjî kontrol li ser hin herêmên Somalya heye.

XS
SM
MD
LG