Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên Ser Vegerandina 'Sonda Me ya Zarokan li Tirkîyê Didomin


'Andimiz' ango Sonda Me, taybet ji aliyê rêxistinên Kurdan ve wek sondeke nîjdaperset dihat dîtin.

Şaxa Amedê ya Komela Piştgirîya Mazluman (Mazlum-Der) ku bi salane li ser mafê mirovan xebatan dike, di sala 2009'an de kampeynek dabû destpêkirin ku 'Sonda Me' ya zarokan ji dibistanan were rakirin.

Ev kampeyn di dema peyvajoya çareserîya pirsa Kurdî de encam da û hikûmetê di 2013'an de ew sond rakir.

Lê, di 20'ê vê mehê de Civata Dewletê (Daniştay) ya Tirkîyê biryar da ku rakirina 'Sonda Me' ne li gor hiqûqê ye û niha tê nîqaş kirin ku ew sond li dibistanan dîsa were xwendin.

Mazlum-Der ku li herêmê nave xwe guhertibû û bûbû Însîyatîfa Mafê (Hak Inisiyatifi) ji biryara dawî ya Civata Dewletê nerazî ye.

Rêvebirê însîyatîfê Reha Ruhavîoglu dibêje ku sîstema perwerdeya Tirkîyê sîstemeke antîdemokratîk e û divê ew ji serî heta binî were guhertin.

Ruhavîoglu îdia dike ku sîyaseta niha ya Tirkîyê jî wek naveroka sonda zaroka tê meşandin.

Kerem kin li ser fayla deng şîroveyên Ruhavîgolu guhdar bikin.

KHF_10_23_2018_Sona_Me
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00

XS
SM
MD
LG