Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navbera Asayîşa Rojava û Alîgirên Rêjîmê li Şerek li Qamişlo Qewimî


Hêzên Asayîşa Rojava
Hêzên Asayîşa Rojava

Îro Sêşemê di seetên berbangê de şerek di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêza çekdar ya Krîstîyanên alîgirên rêjîmê, bi navê Sotoro derket.

Di encama wî şerî de 2 çekdarên Krîstîyan hatin kuştin, 5 kesên din jî birîndar bûn.

Di bûyerê de herwiha 2 endamên Asayîşê jî birîndar ketin.

Li gor Asayîşê, sedema şer ew bû ku Sotoro dixwest rêbendên kontrolê li nav bajêr saz bike û wan jî rê li ber wê yekê girtîye.

Hêjayî gotinê ye ku 2 hêzên çekdar yên Kristîyanan li Qamişlo hene û her du jî bi yek navî ne: Sotoro. Ji wan yek alîgirê Asayîşê ye, ya din alîgirê hêzên ewlekarî yên rêjîma Esed e.

ZO_1_12_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:34 0:00

XS
SM
MD
LG