Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê South Carolina: Efserekê Polîs Hat Kuştin


Arşîv: Polîs li Myrtle Beach, South Carolina

Berpirsê polîsên eyaleyta South Carolina ragihand ku polîsê li Myrtle Beach rastî êrîşê hatî jiyana xwe ji dest da.

Berpirsa polîsan Amy Prock serê sibeya Yekşemê ragihand ku efserê polîs Jacob Hanche dema di xizemtê da bû derengî şeva Şemiyê hatiye kuştin, hêjî ne diyare kanê sedema gule berdana polîs û kuştina wî çiye.

Hin şahidan gotiye Sun News wan nêzî demjimêr 10ê şevê guh li teqînan guleyan bûye.

Berpirsa polîsan Amy Prock gotiye ku Hancher 4 salin li Myrtle Beach ofîserê sivîl yê xizmetkariya civakê bû û ev salek kêmtire bûye polîs li Myrtle Beach.

Prock derbarê efserê polîs yê hatî kuştin da got "ew karmendekî hikûmetê yê jêhtî bû di kar ê parastina civakê da wî qurbaniyên gelek mezin dane."

Şaredara Myrtle Beach, Brenda Bethune li ser platformên mediya civakî daxwaza dûa û nivêjê kirîye bo polîsan û gotîye "Ew pêdivî nîşandana evînî, piştevanî û hêzgirtinê ne ji civaka me".

Çavkaniyên nûçeyan jî didin zanîn ku beşa rizkarkirina qanûnê li South Carolina hatiye bang kirin da ku dest bi lêkolînan bikin.

XS
SM
MD
LG