Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herdu Koreya Muşekên Xwe Test Dikin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Koreya Bakur û ya Başûr îro Çarşemê di nav çend demjimêran ji hev cuda de muşekên xwe yên balîstîk ceribandin, wekî nîşandana hêza leşkerî ku bêguman dê bibe egera zêdebûna asta girjîyê di navbera herdu welatên rikber de.

Ev yek di demekê de tê ku gotûbêjên derbarê programa Koreya Bakur ya navokî hatine rawestandin.

Ofîsa serokatîya Koreya Başûr ragihand ku Seoul testa muşeka balîstîkî ya binavî bo cara yekê destpê kir. Wê got ku muşeka xwemalî hatîye avakirin ji wesayîteke binavî hate avêtin û li cihê xwe yê armanckirî da.

Serok Moon Jae-in û karbidestên din yên payebilind li wê testê temaşe dikirin. Moon got ku baştirkirina karînên welatê wan yên di warê muşekan de dê “rêgireke piştrast be hember provakasyonên Koreya Bakur.”

Wextele zûtir roja Çarşemê, Koreya Bakur jî du muşekên asta kurt yên balîstîkî avêt nav deryayê. Berî wê yekê bi du rojan jî, Pyongyang ragihandibû ku wê muşeka xwe gerok ya nû test kiribû. Ew testa wê ya yekê bû di nav şeş mehan de.

Pispor dibêjin ku Koreya Bakur sîstema çekên xwe ava dike da ku givaştinê li Amerîka bike, bi hêvîya ku Washington embargoyên xwe ji ser hilîne. Ev ceza hatine danîn da ku Koreya Bakur dev ji çekên xwe yên navokî berde.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka Çarşemê testa muşekan ya Koreya Bakur rexne kir û got ku ew çend biryarên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Berdevkê Wezareta Derve herwiha got ku ev test metirsî ne li ser welatên cîran û civaka navnetewî.

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG