Lînkên eksesibilîtî

Li Başûrê Sudanê Şerê Navxweyî Dîsan Dijwar Dibe


Îro Yekşemê şerekî dijwar di nav bera du grûbên hevdij li Başûrê Sudanê derket, berpirsekî yek ji grûbên çekdar dibêje ev şerê nû dê metirseyek mezintir û berfirehtir be di heviriyikên wî welatî de.

Şer roja Yekşembê li herêma Newry di navbera Leşkerê Millî yê Rizgarkirina Sudanê yê opozisyon bi serokatîya generalê piştrê Riek Machar û Eniya Niştîmanî ya qûrtalkirinê de, ku grûbeke pişterê ya nû derketîye bi serokatîya general Thomas Cirillo, piştî meha Şiwata bûrî ji hikûmeta Başûrê Sudanê cûda bûye û soz daye dawiyê li desthilata serok Salva Kiir bîne.

Şerê navxwe li Başûrê Sudanê ji dema serxwebûnê heta nûha, bandoreke mezin li jiyana xelkî kirîye bi sed hezaran kes ji malên xwe koçber bûne û şerekî tayifgerî û herêmparêzî bingeha wê kûr heye li vî welatê nû ava bûyî.

Şerên herî dijawar li Başûrê Sudanê di navbera grûba serok dewlet Salva Kiir yê ku ji eşîreta Dinka ye, li gel grûba general Riek Machar yê ser bi eşîretên Nuer ve ye.

Şer ji sala 2013an heya nûha di navbera van herdû gûbên sereke qewimîne, nûha grûbên din yên çekdar peyda dibin yên ku hem ji serok dewlet Salva kiir cûda dibin û hem ji grûba general Riek Machar cûda dibin, heta nûha bi 10 hezaaran kes hatine kuştin û weke Netewên Yekgirtî dibêje zêdetir ji 4 Mîliyon kes koçber û derbeder bûne.

XS
SM
MD
LG