Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêwîtîya Dîrokî ya Valahîyê Îro Destpê Dike


Rêwîtîya dîrokî ya valahîyê wê îro Çarşemê bi şev ji Navenda Valahîya Kennedy destpê bike.

Di firokê de tenê çar rewî hene, ku bi deh salan bi tenê astronotên taybet û pispor diçûn valahîya esman.

Tîma rêwîtîyê çend rojî bi rojnamevan re axîfîn berîya rojekê ji rewîtîyê. Yek ji wan jinek bi navê Sian Proctor e, ku ew bi xwe pîlot e. Ew dibêje, “ez ê bibim yekem jina reş ku pîlotê fîroka valahîyê bibim. Heta niha 3 astronotên jin yên reş çûne valahîyê û ez pir kefxweş im ku dibim ya çaremîn û hemû xewnên min rast dibin.”

Yekem fîroka taybet ya ber bi valahîyê ku bi navê Firoka SpaceX ji alîyê bazirganekî 38 salî ve tê fînans kirin. Ew û du kesên din bi karmendekî sexlemîye ku ji kanserê xelas bûye, dê sê rojan li der û dorê dinyayê bigerin.

Du mêr û du jin wê 160 km jora îstasyona valahîyê, ji 575 kîlometreyên bilindahîyê rêwîtîye bikin.

XS
SM
MD
LG