Lînkên eksesibilîtî

Amerîkî Îro ligel Hezkirîyên Xwe Roja Spasdarî Pîroz Dikin


Îro Pêncşemê li Amerîka wek Roja Spasdarî tê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e.

Roja Spasdarî her sal di Pêncşema çaran ya meha Mijdarê tê pîroz kirin û di vê roja behnvedana federalî de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di Roja Spasdarî de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.

Di roja piştî Roja Spasdarî de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitterê Roja Spasdarî li şoperên xwe pîroz kir.

"Roja Spasdarî pîroz be. Welatê we di rewşeke pir baş de ye. Karên ku çûne derve, paşde vedigerin, borsa di asta herî bilind de ye, leşkerîya me bi hêztir dibe û emê dîwarê ser sînorê Meksîka ava bikin...û bîkarî ketiye nizimtirîn asta 17 salên borî..!"

Federasyona Ciluxan ya Netewî ragihand ku armanca wê ew e ku 88 ji sedê civata Amerîkî di vê roja taybet de elok bixwin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG