Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spanyayê Doza Tecawiza Seksî li Dijî Welîd Bin Telal Vekir


Mîr Telal Bin Welîd û hevjîna wî Emîre.
Mîr Telal Bin Welîd û hevjîna wî Emîre.

Spanyayê dîsa doz li dijî mîrê Saudî Welîd Bin Telal vedike piştî keçeka Spanî wî bi tecawiz yan destdirêjî ya seksî xetabar kir.

Keçeka 20-salî li meha tebaxa 2008’ê Bin Telal bi tecawiza seksî xetabar kir. Doza li dijî wî hilweşîya jiber nebûna belgehên pêdivî.

Lê belê dadgeha herêma Îbiza roja Çarşembî ferman da dadwerî ku dîsa dozê li dijî Bin Telal veket û ji wî bixwaze ku li pêş dadgehê amade be.

Peyvdarekê mîr Bin Telal wê xetabarkirinê red dike û dibêje mîrî tecawiza seksî nekiriye.

Welîd Bin Telal yek e ji dewlemendtirîn kesên cîhanê.

XS
SM
MD
LG