Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spanya û Îtalya Daxwaza Alîkariyan ji Yekîtiya Ewrupî Dikin


Spanya û Îtalya daxwaza alîkariyên bêhtir ji Yekîtiya Ewrupî kirin di şerê vîrusa korona de ku xerabtirîn kirîz e ji dema şerê cîhanî yê duyem ve.

ji Mîlan ta Medrîd tîmên tenduristî bijarên dijwar didine ber çavan, ka kîjan nexweş divê maşînên henasvedanê jêre bêne dabînkirin û kîjan na.

Ta niha qurbaniyên vîrusa korona li seranserî cîhanê 30,000 derbas kirine.

Spanya û Îtalya tenê, nîvê hejmara miriyan tomarkirine û hîn jî rojane bêhtirî 800 kes li her welatekî ji wan jiyana xwe jidest didine.

Şareza dibêjin hejmara qurbaniyan her diçe bilind dibe û diyar dike ku têstên pêwîst sînordar in û biryarên siyasî baş nayêne standin.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte di axaftineke xwe de doh êvarî got, “divê Ewrupa nîşan bide ku ew dikare bersiva vê banga dîrokî bide.”

Wî got kirîzê pêwendî bi “hemî abûrî û sîstemên civakî yên welatên endam heye.”

Conte got:
“Ez dê şer bikim ta dilopa dawiya xwêdana xwe, ta gramê dawî yê taqeta xwe, ji bo wergirtina bersiveke bihêz a Ewrupî.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG