Wezîra Berevanî ya Îspanya Margarita Robles îro Çarşemê dîyar kir ku 6 tankên wan yên Leopard 2A4 dê piştî 15’ê Nîsanê herin Ukrayna.
Îspanya meha borî soz dabû Ukrayna ku 10 tankên şer ji hêzên Ukraynî re bişîne.
Tankên Leopard 2A4, ku çêkirina Almanya ne, ji salên 1990’an vir ve nehatine karanîn.
Jiber gumanên li ser kanîn û xebitîna wan Îspanya dîyar kiribû ew ser tamîrkirina wan dişixulin.
Robles dîyar kir ku hêzên çekdar tamîrkirina 4 tankan didomînin.
Îspanya li Zaragoza ya li rojhilata bakurê welêt 40 kes bo tankan û 15 kes jî bo mekanîkê perwerde kirin.
Welatên din yên NATO, ku di nav wn de Almanya, Polonya û Portekîz jî hene, soz dan ku bi giştî 48 tankên Leopard 2 bişînin Ukrayna.
Rûsya, Ameîka û hevbendên wê yên di NATO de bi gurkirina girjîya tawanbar dike û dibêje ewê nikaribin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: Reuters, VOA