Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya 104 Koçberan ji Derya Sipî Rizgar Dike


Tîmên deryayî yên rizgarkirinê li Îspanya dibêjin wan 104 koçber rizgar kirin ku hewil didan di geştên metirsîdar de bi riya Derya Sipî ji Bakurê Afrîqa derbasî Ewrupa bin.

Ew dibêjin wan rê li du qeyikan girt ku yekê ji wan 55 kes û ya din 22 kes hilgirtibûn şeva borî û serê vê sibehê li bendava Çiyayê Tariq.

Heman tîmê rizgarkirinê 25 koçberên din wergirtin ku nobedarên deryayî ew ji deryayê derxistibûn.

Gemiyeka din rizgarkirinê qeyîkeka din biçûk dît ku 4 koçber li ser pişta wê bûn.

Tê zanîn, salane bi deh hezaran koçber hewil didin derbasî Ewrupa bin bi riya qeyikên qaçax û bi hezaran jiyana xwe ji dest didin di van geştên metirsîdar de.

XS
SM
MD
LG