Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Koçberîyê di Navbera Îspanya Û Maxrîbê de


Leşkerê Îspaniya li hember aliyê Maxrîb di amadebaşiyê dane

Di nav bera Îspanya û Maxrîbê de krîzeke dîplomasîyê derket holê, piştî ku bi hezaran koçberên Maxrîbê(Moroco) bi sistkirina kontrolkirina sinorê li gel Derya Spî, bi rîya behrê xwe gihand Îspanyayê.

Îro Çarşêmê jî, bi sedan koçber hewildan ku derbasî bajarê Ceuta yê bibin tevî ku Îspanya da zanîn ku kesên bi melevanîyê digehin dê werin dersinorkirin.

Roja Sêşemê nezîkî 6 hezar mirov hatine bajarê Ceuta ya Îspanyayê. Karbidestên Îspanî dibejin, hatina koçberan roja Duşemê despêkiriye ku nezîkî 1,500 ji wan koçberan nû gihane.

Bajarê Ceuta, di nav Derya Spî de dikeve li Bakûrê Afrîkayê û hijmara mirovên ku li giravê dijin 85,000 ê. Bajar perçeya axa Maxribê nîne û derdorê wê bi bendê ve dorpeç kirîye.

Bi hatina penaberan, di nav bera Rîbat û Madridê de trafîka dîplomasîyê kurtir kir, ku ev demeke aloziya dîplomasî di navbera herdu welatan hatbû destpêkirin, piştî ku Îspanya destûr da bo dermankirina rêberê grupeke militanan ku ji bo serxwebûna Sahraya Rojava şer dikin.

Maxrib, Sahra Rojava ji sala 1975an û vir ve xistîye di nav axa xwe de. Hîkûmeta Îspanî bi fermî qebûl nake ku Maxrîb ji ber dermankirina rêberê mîlîtanên Sahra Rojavayê, Îspanya ceza dike.

Wezîrê naxweyî yê Îspanya Fernando Grande Marlaska got, belgeyên vegerandina 1,600 koçberan amede kirine û yên din ji di demekê nêzîk dê temam bibin.

Li gor peymana di nav bera Îspanya û Maxrîbê de, kesên ku bi melevanîyê tên her du welatan divê werin vegerandin.

Piranîya koçberên Afrîkî bajarên Ceuta û Melilla wekî derîyekê Ewrûpayê dibînin.

Di sala 2020an de 2,228 koçber bi melavanîyan gihiştbûn Maxrîbê. Li gor wezerata naxweyî ya Maxrîbê ew hijmar di sala 2019ande 7,899 hezar bûye.

XS
SM
MD
LG