Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Spanya Rêjeya Tûşbûyên Vîrusa Koronayê Kêm Dibe


Li Spanya desthilatdarên tenduristî dibêjin di 24 demjimêrên borî de 2,944 keysên nû yên vîrusa koronayê hatin piştrastkirin û hejmara giştî ya keysan bû 206,000î.

Karbisdest dibêjin rêjeya bilindbûna keysan ji roja Înê ve 1.5% ye, li beramber 20% mehekê berê.

Di 24 demjimêrên borî de 378 mirî hatin ragihandin û hejmara miriyan gihîşte dora 23,000î.

Berpirsê teduristiyê Fernando Simon got:

“ Diyar e vîrus ber bi aliyekî durist ve diçe û rojane rewş baştir dibe, lê divê em xwe ji bîr nekin... Divê em agahdar bin. Divê em riyên derketina” ji qedexekirê” bibînin, lê berê divê em şiyanên xwe yên ewlekarî garantî bikin.”

Roja Yekşemê zarokên Spanî yên di bin temenê 14 salî de dikarin li gel dê û bavên xwe 1 demjimêr derkevin derve û di çarçoweya yek kîlometir de bigerin.

Ew ji 14ê meha Adarê ve di hindirê mal de ne.

Jêder:AP

Park û dibistan li seranserî Spanya hîn girtî ne.

XS
SM
MD
LG