Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Trump ji Flynn Xwest ku Karê Xwe Berde


Serok Trump ligel Wezîra nû ya Perwerdê Betsy DeVos li Qesra Sipî 14/02/2017

Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer îro got ku Serok Donald Trump ji şêwirmendê berê yê ewlekarîya newtewî Michael Flynn xwest ku dest ji kar berde, bi sedema ku bawerîya wî bi Flynn nemaye.

Spicer da zanîn ku jiber daxuyanîyên Flynn yên ser peywendîya wî bû Rûsan re, bawerîya Trump bi şîretvanê xwe nema, loma jî karberdana Flynn xwest.

Spicer got ku Trump giheşt wî nêrînê ku Flynn rastî ji Cîgirê Serok Mike Pence veşartibû, dema gotibû ku wî mijara toleyên aborî, ku ji hêla Serokê berê Barack Obama ve hatibû danan, ligel Rûsan nepeyîvîye.

Obama hîngê ew ceza li ser Mokoswê danabûn, bi sedema ku Rûsan maytekirina hilbijartinên Amerîkî kiribû ku Trump serketî be.

Serok Trump, piştî ku Michael Flynn, jiber raportên medyayî yên ser peywendîya wî ya bû Rûsan re, do şev karvekişîna xwe dabû, generalê karkenar Keith Kellogg wek şîretvanê natewî destnîşan kiribû.

Washington Post û New York Times hefteya borî nivisîbû ku Flynn ligel balyozê Rûsî Sergey Kislyak, derheqa toleyên aborî yên ji alîyê rêvebirîya Obama peyîvîbû, tevî ku rêvebirîya Trump îdiaya wiha red kiribû.

Neh karbidestên rêvebirîya berê û niha ku navên xwe eşkere nekirin, ji Washington Post re gotibû ku Flynn û balyozê Rûsî Kislyak bi eşkereyî derbarê toleyên aborî yên ser Rûsya peyîvîne, tevî ku îdaya destkarîya Rûsan ya di hilbijartinan de, di bîragiştî de bi firehî dihat nîqaş kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku kêm caran tê dîtin ku karbidestekî payabilind di destpêka posta xwe ya di nav hikûmeteke nû de neçar dimîne ku dest ji karê xwe berde.

XS
SM
MD
LG