Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ereb Toleyên Nû li Dijî Sûrîyê Tîne


Yekîtîya Ereb Toleyên Nû li Dijî Sûrîyê Tîne

Yekîtîya Ereb lîsteke tole û cezayên aborî yên dijî Sûrîyê destnîşan dike, li vê demê ku hejmara qûrbanîyan roj bi roj zêde dibe.

Dîplomatên Yekîtîya Ereb di kombuna li Qahîrê de li ser lîsteyeke cezayan hevbîr bûn ku di nav de sekinandina firînên rêwingan yên kompanyayên Ereb û cemidandina bazirganî ji hene.

Bernivîsa pêşnîyarê, li ber e îro Yekşemê jibo îmzakirinê were pêş wezîrên derve yên Yekîtîya Ereb.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) dibêje, wezîrê derve yê Sûrî Yekîtîya Ereb tawanbar kirîye ku kêşeya wê ya hindûrîn kirîye problemeke navnetewî.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, bi kêmî ve 5 kes ji alîyê hêzên hikpmetê ve, do Şemîyê hatine kuştin. Ew her wiha dibêjin, ji roja Înê vir ve, herî kêm 27 xwenîşanderên hevrik ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

Lê, Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG