Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tepeserkirina Hêzên Sûrî Duşemê jî Berdewam Dike


Dukelên reş ji esmanên taxa Baba Emr ya Humsê bilind dibin.

Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî tepeserkirina xwe ya ser xwenîşandanên li Hums û bajarên din, roja Duşemê jî berdewam kir.

Êrîşên îro, rojekê piştî ku Şamê plana Yekîtîya Ereb red kir ku daxwaza şandina hêzên aştîparêz yên Neteweyên Yekbûyî ji wî welatî re dike.

Bizavkar got, êrîş û topbarana tankan li du taxên Sunîyan yên li Husmê xist ku pêşengîya serhildana dijî Beşar Esed dike.

Grubên hevrik her wiha ragihand ku li Hums û Daraa pevçûnên nû navbêra hêzên hikûmetê û yên ku ji artêşê revîyanê derketin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, ji 4’ê Şubatê anku ji destpêbûna bombarana hikûmeta ya dijî Hums’ê vir ve, bi sedan kes li wî bajarî hatine kuştin.

Bi alîyekî din ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov roja Duşemê got, welatê wî li ser plana Yekîtîya Ereb dixebite.

Sergei Lavrov her wiha got, berî ku hezên aştîparêz herine wî welatî, dive şer were bisekine û tundûtûjî bi dawî be.

XS
SM
MD
LG