Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sri Lanka Rewşa Awarte Hate Ragihandin


Serokê demkî yê Sri Lanka Ranil Wickremesinghe îro Duşemê rewşa awarte li seranserî welêt ragihand, di heman demê de ku xwepêşandanên girseyî karvekişîna wî dixwazin.

Bi ragihandina rewşa tengavî, Wickremesinghe hêz û desthilata xwe jî berfireh dike, lê li ber e parlamana wî welatî piştî du rojan serokekî nû hilbijêrin.

Wickremesinghe, piştî ku serokê berê Gotabaya Rajapaksa di encama xwepêşandanên nerazîbûnê yên dirêj û têkçûna rewşa aborîyê de de revîbû dervayê welêt.

Biryara Wickremesinghe ya ragihandina rewşa awarte di vê demê de tê ku xwepêşandanên dijber karvekişîna wî dixwazin û li hin cîhan wêneyên wî dişewîtînin.

Hêjayê balkişandinê ye ku qanûndanerên Sri Lankayî roja Şemîyê civîn ku dest bi peyvajoya hilbijartina serokekî nû bikin ku gera Rajapaksa ya nîvçemayî temam bike. Nirxandina kesên berbijarên seroktîyê wê roja Sêûemê pêk were û qanûndaner wê roja Çarşemê bi dengdanê serokê nû dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG