Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sri Lanka Rajapaksa Têkçûna Hilbijartinê Qebûl Kir


Maithripala Sirisena

Serokê Sri Lanka Mahinda Rajapaksa ku mêjve li ser desthilatê ye, têkçûna xwe ya di hilbijartina seroktîyê de qebûl kir.

Ofîsa Rajapaksa rahihand ku wî mala seroktî ya fermî li devera Temple Trees vala kir.

Serok Rajapaksa ji sala 2005an vir ve li ser desthilatê bû, lê wezîrê wî yê saxlemî Maithripala Sirisena bi awayekî neçaverekirî di hilbijartina roja Pêncşemê de serketî bû.

Hêjayî gotinê ye, heta çend hefteyên dawî pispor hizir dikirin ku Rajapaksa bi hêsanî hilbijartinan bo gêra sisêyan qezenc bike.

Lê, hevrikê wî Sirisena di meha Mijdarê de ji wî cihê bû berbijrîya xwe eşkere kir. Sîyasetvanên din ku ji heman partî veqetîyan û herwiha kêmanîyên etnîkî yên Sri Lanka jî piştgirî dan Sirisena û ew wek serkê nû hate hilbijartin.

XS
SM
MD
LG