Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Srî Lanka Hejmara Kuştîyan ji 359'an Daxist 253'yan


Wezareta Saxlemî ya Srî Lanka hejmara kuştîyên êrîşên roja Yekşemê 100 kêm kir û da zanîn ku ew hejmar li dora 253’yan e.

Wezaretê dîyar kir ku hejmara berê ya kuştîyan, ku 359 bû, jiber şaşîyekê zêde hatiye ragihandin.

Êrîşvanên xwekuj, roja Yekşemê li Kolombo ya paytext û li Batticaloa ya li rojhilata Srî Lanka êrîş biribûn ser otel û dêran.

Piranîya kuştîyan hemwelatîyên Srî Lanka ne û di nav kuştî û birîndaran de hemwelatîyên welatên bîyan jî hene.

Berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtibû ser xwe.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku girêdayî êrîşê heta niha bi qasî 70 kes hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG