Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sri Lanka Wê Hin Berpirsan ji Kar Dûr Bixe


Maithripala Sirisena
Maithripala Sirisena

Serokê Sri Lanka Maithripala Sirisena got ku ewê berpirsên hêzên ewlekarî ji kar dûr bixe, jiber ku wan nekarîye pêşî li êrîşa xwekujî ya Roja Rabûnê bigirin.

Sirisena di axaftina televîzyonî de got ku karbidestên ewlekarîyê derheqa îstixbarata ser îhtîmala xurt ya pêkhatina êrîşeke wiha ew agahdar nekir.

Raportên medyayî radigîhînin ku îstixbarata Hîndistanî jimareke hişyarî şandine Srî Lanka ku rêxistina îslamî ya tundrê Cemaata Thofîq amadekarîya êrîşên kujer dike, lê dezgehên wî welatî ew hişyarî piştguh kirine.

Li gor agahîyên dawî hejmara qurbanîyên êrîşên xwekujî giheştiye 359 kesan.

XS
SM
MD
LG