Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê Biryar Da ku Mafê Sirri Sureyya Onder Hatiye Binpê Kirin


Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyê jibo parlementerê bere yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder biryar da ku azadîya wî ya xwe îfadekirin û azadîya ramanê hatiye binpê kirin.

Onder jiber axaftina wî ya di Newroza 2013’an hatibû darizandin û bi îdiaya “propagandaya rexistina terore” 3 sal û 6 meh ceza zindanê li wî hatîbû birin.

Piştî dadgeheke Stenbolê biryara dijî Onder erê kiribû, ew ketibû zindanê û dû re serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da bû.

Bulent Aşa
Bulent Aşa

Bulent Aşa, parêzerê Onder dibêje ku ev biryara ku hatiye dayîn jiber ku hêj nehatîye nivîsandin ev biryar ne zelal e.

“Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara binpekirina azadîya ramanê da û ewê biryarê ji dadgeha pê rê eleqedar re bişîne û divê Onder were berdan. Jixwe cezakirina Onder jî ne hiqûqî bû. Li ser axaftineka aştîyê ew hatîbû cezakirin.”

Hêjayî birxistinê ye ku di heman dozê de sîyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî 4 sal û 8 meh cezayê zindanê li wî hatîbû birîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00


XS
SM
MD
LG