Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanxaneyên Kurdî li Pêşengeha Pirtûkan ya Stenbolê Beşdar in


Pêşengeha Pirtûkan ya Navnetewî ya 31’ê ku li Stenbolê tê lidar xistin, do Yekşemê destpê kir. Di fuarê de 600 weşanxaneyên li Tirkîyê û 40 weşanxaneyên ji welatên din pişikdarî dikin.

Di pêşengehê de, ku di navbera 17 û 25’ê vê mehê de li dar e, 8 weşanxaneyên Kurdî jî jibo ku bi xwendevanên Kurdî re werin ba hev.

Xwedîyê Weşanxaneya Avesta li Stenbolê Abdullah Keskîn, derbarê beşdarbûna weşanxaneyên Kurdî jibo pêşengehê ji Dengê Amerîka re peyîvî.

Birêz Keskîn dibêje, bi rêya pêşengehên wisa bandoreke mezin li ser xwendevanên derveyî Kurdî jî çêdibe. Weşangerê Kurd ji weşanxaneyên din hêvî dike ku bi awayekî pir xurt beşdarî platformên wisa bibin.

Pêşengeha Pirtûkan ya Stenbolê yek jî peşengeha herî girîng ya Tirkîyê ye û tê ragihandin, her sal dora 500 hezar kes serdana vê pêşengeha dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG