STENBOL —
Wezîrê Enerjî û Derametên Xwezayî yê Tirkîyê Taner Yildiz, piştî ku do Sêşemê hikûmeta navendî ya Îraqê rê neda balefira wî li Hewlêrê deyne got, "Ev rûdan bandorê li ser şirîkatîyên wan yên li Îraqê nake."
Wezîrê Tirk Yildiz, li ser vê rûdanê dîyar dike, wî dixwest tevî şandeya xwe beşdarî kongreya neft û gazê bibe û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinekê saz bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî jî radigihîne ku hikûmeta Bexdayê, berî firîna firoka Tirkîyê bi rojekê, biryara qedexeya firînên taybet bi ser Herêma Kurdistanê ve wergirtîye.
Li gor nîqaşên tên kirin, hikûmeta Malîkî dixwaze bi rêya deshilatîya hikûmeta navendî, Herêma Kurdistanê ji têkîlîyên derve re qut bike û di nav sînorên heyî de tenê bihêle.