Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahîr Baykuşak: Kurd Dersên Bijarte Têr Nabînin


Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim Sen), bi navê ‘Komcivîna Perwerdeya Demokratîk’ li Şanogeha Kenter ya Stenbolê sempozyûmek saz kir.

Serokê Egitim Sen yê Şaxê 3’yan Huseyin Tosu, da zanîn, armanca wan bi vê sempozyûmê danîna bingeha perwerdehîya pirzimanî û zimanê dayikê ye li Tirkîyê, ku perwerdekar jî karibin xwe jê re amade bikin.

Mamosteyê zimanê Kurdî li Zanîngeha Bogaziçi Mehmet Şerîf Derînce, derbarê nîqaş û nirxandinên sempozyûmê de, ji Dengê Amerîka re dibêje, ku bi vê sempozyûmê derfeta wan çêbûye bi awayekî rexneyî rewşa nebaş ya zimanên kêm netewên Tirkîyê gotûbêj bikin.

Mamosteyê dersên bijarte yên Kurdî li Stenbolê Tahîr Baykuşak jî sempozyûm ji Dengê Amerîka re nirxand. Ew, bibîr dixe ku Kurd dersên bijarte yên hefteyê 2 demjimêran têr nabînin û pêdivîya fêrkirina zarokan ya bi duzimanî bilêv dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG