Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Kuştinkarîya Parîsê Rêgirtina Pêvajoya Çareserîyê ye”


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, kuştina sê jinên Kurd li Parîsê wekî rêgirtina pêvajoya çareserîyê dinirxîne ku wekî yek ji îhtimalan jî înfaza navxweyî bibîr dixe. Ew, dibêje, divê karbidestên Fransî demûdest vê kiryarê ronî bikin.

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan, îro Şemîyê li Stenbolê di kongra karsazan de, li ser pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re destpê kiriye û kuştina 3 jinên Kurd li Parîs’ê peyivî.

Serokwezîrê Tirk, gotinên Serokomarê Fransê Francois Hollande, ku piştî kuştinkarîya Parîsê gotibû, ‘ez yek ji wan jinên hatine kuştîn nas dikim ku danûstandinên me pê re hebûn’ rexne dike.

Serokwezîrê Tirk, balê dikişîne ser ku tundûtûjî rêbaza kesên bawerîyê bi fikrên xwe nayînin e ku tundûtujî ti encamekê nade.

Rojnamevan Mihemet Sanri, ji Dengê Amerîka re dibêje, zimanê axaftina Serokwezîrê Tirkîyê bawerîyeke xurt nade mirov ku ne şêwazeke hevragir e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG