Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên li ser Serdana Ocalan Berdewam in


Gotûbêjên li ser hevdîtinên bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), Abdullah Ocalan re ku li girava Îmralîyê zîndan kiriye bi xurtî berdewam dikin.

Hevserokên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Kongra Civaka Demokratîk (KCD) dixwazin demûdest vê serdanê pêk bînin. Li alîyekî jî karbidestên PKK’ê yên li Qendîlê û derveyî welat jibo ragihandina biryarên girîng daxwaz dikin ku jibo wana rêya danûstandinên bi Ocalan re were vekirin.

Li bîragiştî ya Tirkîyê wekî sedema sereke ya pêknehatina hevdîtinê gotinên Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk yên li merasîma cenazeyên 3 jinên Kurd gotibû, ‘Dema ku em aştîyê dipeyivin Qendîl tê bomberbaran kirin’ tê nîşandan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, her ku dibêje, ez wekî serokwezîr çawa hay ji gotinên xwe he me divê ew jî hay jê hebin jî dide zanîn ku sedema pêknehatina hevdîtina diduyan ne tenê gotinên Ahmet Turk in. Ew, dibêje, ‘Hewce ye em gavên xwe li gor pêdivîyên rewşên statîstîkî, civaknasî û derûnî bavêjin.’

Hevserokê KCD’ê û parlemanterê serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk jî do Yekşemê li Kongra BDP’ê ya bajêr bersiva Serokwezîr Erdogan dide. Birêz Turk, dide xuya kirin, ‘Yên ku ji me hestîyarbûnê dixwazin divê ew bixwe jî bi hestîyarî tevbigerin.’

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG