Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Rewabûna Rejîma Esed Nemaye


John Kerry
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry serdana Tirkîyê kir li vê demê ku rewşa aloz ya li Sûrîyê û Rojhilata Navîn berdewam e.

Hate ragihandin ku Wezîrê Amerîkî û hevtayê wî yê Tirk, taybetî ser rewşa Sûrîyê û qewimandinên li Rojhilata Navîn û herwiha li ser têkîlîyên her du alîyan axifîn.

Di civîna hevpar ya her du wezîran de, Wezîrê Amerîkî Kerry taybetî li ser rejîma Serokê Sûrîyê Beşar Esed got: ‘Êdî ti rewabûna rejîma wî nemaye jiber ku tundûtujîyê li dijî gelê xwe bikar tîne.

Birêz Kerry herwiha dîyar kir ku ti qîmeta hilbijartinên ku Esed ji niha şûn ve li Sûrîyê pêk bîne jî nîne. Wî xuya kir ku ew dixwazin li Sûrîyê serdema demkî ya sîyasî û aştîyane ava be.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, derbarê nerazîbûna Amerîka ya jibo gotinên serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku li Vîyena’yê li ser sîyonîzmê kiribûn jî got, ‘Ew ne di heman fikrî de ne.’

Wezîrê Tirk Davutoglu jî di civîna hevpar de got, wan jibo ti welatan daxuyanîyên dijminane nedane. Wî got, ‘jibo ku Îsraîl daxuyanîyên êrênî bibîhîze, lazim e ew jî helwestên xwe biguherîne.’

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, berîya hevdîtinan bi karbidestên Tirkîyê re bike, beşdarîya merasîma taybet ya jibo bîranîna Mustafa Akarsu kir ku di êrîşa xwekujî de li ber balyozxaneya Amerîka ya Enqerê hatibû kuştin.

Wezîr Kerry nîşaneya ‘Thomas Jefferson Star’ û alaya Amerîkayê ku jibo şîna êrîşa balyozxanê hatibû daxistin, pêşkeşî malbataê Akarsu kir. Wî herwiha soz da ku jibo perwerdeya zarokên Mustafa Akarsu li Amerîkayê her cure alîkarîyê bike.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG