Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroz li Stenbolê bi Ahengeke Mezin Hate Pîroz Kirin


Newroz li Stenbolê
Şahîya Cejna Newrozê bi beşdarîya girseyên mezin li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê hate pîroz kirin ku tê de peyamên piştevanîya pêvajoya aştî û çareserîyê bi xurtî ji bîragiştî re hatin ragihandin.

Ahenga Newrozê bi pêşengîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û beşdarîya gelek, sazî û dezgehên sivîl yên li Stenbolê pêk hat.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî beşdarîya Newroza Stenbolê kir ku di axaftina xwe de peyamên girîng jibo piştgirîya pêvajoya Îmralîyê bi girseye parve kirin.

Birêz Demirtaş, di axaftina xwe ya ku bi Kurdî Newroz pîroz kir de got, Newroza 2013’an bi mizgîniya pêvajoyeke nû hatiye ku ew pêbawerin bi germahîya xwe jibo hemû gelên rojhilata navîn tarîtîyê veguherîne ronahîyê.

Piştî çend salan ev cara yekê ye ku li Stenbolê Newroz bi ahengeke mezin ya aştîyane tê pîroz kirin. Li qada Newrozê ji zarokan bigirin heta mezin û rûspîyên civakê coş û pîrozîyeke mezin hebû.

Gelek dayikên Kurd xwarinên ku li malên xwe amade kiribûn li girseyê belav dikirin.

Zarok û ciwanan jî li ber stranên hunermendan, bi govend û xemla xwe rengekî xweş dabûn vê pîrozbahîyê.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG