Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrîyê li Tirkîyê Dicive


Civîna opozisyona Sûrîyê li Stenbolê, Duşem 18'ê Adarê, 2013.
Civîna pêkhatên Opozîsyona Sûrîyê ya li dijî rejîma Beşar Esed roja Duşemê li Stenbolê destpê kir.

Li gor bendewarîyan, wê encama civîna li Stenbolê pêngaveke dîrokî be jibo paşeroja Sûrîyê ku guherîna rejîmê jî bixwe re bîne.

Piştî gelek nîqaş û nirxandinên nav pêkhatên opozîsyonê, tê hêvî kirin opozîsyona Sûrîyê di van civinan de, li Stenbolê nûnerên xwe yên ku wan li qada navnetewî temsîl bike dîyar bikin.

Tê ragihandin, di encama civînê de dibe ku hikûmeteke demkî yan jî hikûmeta sirgunê were ava kirin. Herwiha dibe ku biryara sazîbûneke din jî were girtin.
Jibo posta serokwezîrtîya hikûmeta opozîsyonê jî tê ragihandin navê 10 kesên ji teknokrat, karsaz û aborînasan pêk te hatine destnîşan kirin ku yek ji wan kesan bibe serokwezîr.

Dîsa li gor zanyarîyan, jiber hin nelihevîyên li nav pêkhatên opozîsyonê ku ji bêhtirî 70 gruban pêk tên û heta niha bûne sedema taloqkirina civîna Stenbolê, wê gotûbêjên dijwar li van civînan pêk werin.

Herwiha ger di civînên Stenbolê de, biryara yekbûna opozîsyonê were girtin, wê opozîsyona Sûrîyê bi awayekî fermî li şûna rêjîma Esed nûnertîya gelê Sûrîyê li civîna Yekîtîya Ereb bike ku dawîya vê mehê li paytaxta Qeter Doha’yê pêk tê.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG